Îzzet el-Rişk: Sandalên Xezzeyê mezinahiya artêşa îşxalker wêran kirin

Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet el-Rişk soza Tûgayên Qessam a "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin" daye bi bîr xist û bi wêneyekî sembolîk ku li ser medyaya civakî belav bûye, cudahiya di navbera tirsonekiya îşxalkeran û esaletê berxwedanê de destnîşan kiriye.
Îzzet er-Rişk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, li ser hilweşîna exlaqî ya ku artêşa rejîma sîyonîst dikişîne, bi gotinên balkêş şîrove kir.
El-Rişk behsa soza berê ya Tûgayên Qessam kir, "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin," û got, "Qessam soz da û soza xwe girt... Ev wêne ji her gotinan watedartir e."
Er-Rîşk li ser dîmena ku hat parvekirin de bal kişand ku leşkerekî îşxalker ku tam teçhîzatên wî li ser wî ne di nav tirs û panîkê de ketîye erdê, û li hember wî jî micahîdekî Qessam tenê heye ku ew jî bi tevî sandalên xwe ye û natirse.
Di daxuyaniya xwe de, el-Rişk diyar kir ku ev dîmen cudahiya kûr a di navbera her du aliyan deye eşkere dike û dûre weha got:
“Di vê çarçoveya sembolîk de, em bi zelalî dibînin ka çawa mucahîdek dilsoz, ku maf, gelê xwe û nirxên xwe yên pîroz diparêze, tê şekilkirin, her weha îşxalkerek ku tenê xwe dispêre teknolojiyên wêrankirin û mirinê, ji hemû nirxên mirovî bêpar e. Yek ji hêla ax, nasname û baweriyê ve tê şekilkirin; yê din bi tank, balafir, pergalên keşfê û çekên nûjen çekdar e, lê dilê wî vala, tirsonek û biyanî ye.”
Îzzet el-Rişk jî girîngiyeke taybet da pêlavê, ku sembola berxwedana bi rûmet a Xezzeyê ye ku ji ne gengaziyan çêbûye:
"Doh bi terlikan, îro bi sandalan... Mîna ku Qessam sond xwaribe ku bi hemû pêlavên Xezzeyê mezinahiya artêşa îşxalker hilweşîne!" (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.