Îşxalkeran kon û dibistanê hedef girtin: 74 şehîd

Siyonîstên îşxalker li Xezzeyê kon û dibistanên ku sîvîl lê diman hedef girtin. Di êrîşên tevahiya rojê de herî kêm 74 Filistînî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa artêşa îşxalker a li ser sîvîlên ku li nêzî Qereqola Şehîdan a li Kampa Bureyc a li navenda Xezzeyê sekinîbûn de şeş kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa hewayî ya li dora Dibistana Halîme el-Sa'diyeyê de, ku xelkê koçber li Cibaliyeyê lê bicih bûbûn, 3 kes şehîd bûn û gelek kes, di nav wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Di êrîşeke li ser çadirekê li Kampa Penaberan a Xan Yûnis de, 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn. Her wiha, di êrîşeke li ser avahiyeke apartmanan a li navenda bajarê Xezzeyê de, jinek şehîd bû û gelek kes birîndar bûn.
Ji bilî van hemû êrîşan, pitika 3 mehî Cûrî el-Mesrî li Dêr el-Belah ji ber birçîbûn û tinebûna xwarina zarokan a ji ber dorpêça sîyonîstan canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê ragihandin ku ji sibeha îro ve di êrîşên ku ji teref îşxalkeran ve hatine destpêkirin de bi tevahî 74 Filistînî şehîd bûne û 13 ji van kesan dema ku li benda alîkariyê bûn rastî êrîşê hatine.
Careke din hatiye belgekirin ku sîvîl rasterast hedefa êrîşan in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.