Ji fîyetên motorînê re zem hat: Li bajarên herêmê gihîşt 100 Lîreyî
Ji nîvê şevê şûnve fîyeta lîtreyek motorînê 6,62 Lîre zem xwar. Bi tevî vê zemê fîyeta motorînê li Stenbolê derket 95,60 lireyê, li Enqereyê derket 96,75 lireyê, li İzmirê jî derket 97,02 lîreyê, lê li herêmê jî ev fîyet gihîşt sînora 100 lîreyê.
Zêdebûna fîyetên sotemenîyê di rojên dawîn de bi motorînê berdewam kir. ji lîtreya motorînê re 6,62 Lîre zem hat û ji nîvê şevê ve di pompayê de derbasdar bû.
Bi tevî zema dawî fîyeta motorînê li Stenbolê derket 95,60 lireyê, li Enqereyê derket 96,75 lireyê, li İzmirê jî derket 97,02 lîreyê, lê li herêmê jî ev fîyet derket 98,47 Lîreyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.
Fîyeta petrola xav a Brent, ji ber ku pevçûnên li Yemenê û şerê di Îran û Emrîkayê de bandor li trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê kir ji 100 dolarî bo her bermîlekê derbas bû.
Fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî ji sedî 1,6 zêde bû û serê bermîlê gihîşt 99,49 dolarî.