Ji ber şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û Yemenê, fîyeta petrolê ji 100 dolarî derbas bû
Fîyeta petrola xav a Brent, ji ber ku pevçûnên li Yemenê û şerê di Îran û Emrîkayê de bandor li trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê kir ji 100 dolarî bo her bermîlekê derbas bû.
Piştî êrîşên dawî yên Îran û Emrîkayê yên li ser tankeran, nirxa bermîla petrola Brent ji 101 dolarî derbas bû û gihîşt 100 dolarî.
Peymanên pêşerojê yên Brent sibeha 10ê Îlonê bi dora 101 dolarî dihat firotin. Di heman demê de, nirxa petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) ya Emrîkayê gihîşt 96 dolarî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.
Ji nîvê şevê şûnve fîyeta lîtreyek motorînê 6,62 Lîre zem xwar. Bi tevî vê zemê fîyeta motorînê li Stenbolê derket 95,60 lireyê, li Enqereyê derket 96,75 lireyê, li İzmirê jî derket 97,02 lîreyê, lê li herêmê jî ev fîyet gihîşt sînora 100 lîreyê.
Fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî ji sedî 1,6 zêde bû û serê bermîlê gihîşt 99,49 dolarî.