Li bajarê Dîyarbekirê, li dijî qedexeyên hîcabê yên li Azerbaycanê, banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin
Saziyên civaka sivîl ên îslamî yên li Dîyarbekirê, ji bona ku balê bikişînin ser qedexe û îxlalkirinên mafên mirovan ên li dijî hîcab û nixumandinê li Azerbaycanê ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin civîneke çapemeniyê ya girseyî li dar bixin.
Saziyên civaka sivîl ên îslamî li Dîyarbekirê ew ê ji bo protestokirina neheqî û îxlalkirinên mafên mirovan ên ku li Azerbaycanê ji ber mijara nixumandinê têne jiyîn, civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Daxuyaniya ku ew ê bi slogana "Li dijî zilma nixumandinê ya li Azerbaycanê bêdeng nemînin" were dayîn, ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Mezin a Dîyarbekirê were dayîn.
Raya giştî ji bo civîna çapemeniyê tê dawetkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêwirmendê Serokkomar Oktay Saral ragihand ku wî bi fermana Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji karê xwe îstifa kiriye.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya Bajarê ya ku ji aliyê Şaxa Dîyarbekirê ya partiya xwe ve tê lidarxistin bibe.
Serokatiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê li hember hikûmeta Azerbaycanê ku 31 welatiyên Tirkîyê, tevî rayedarên HUDA PARê, wekî "mirovên ku nayên xwestin" îlan kiribû, bertek nîşan da û xwest ku ev biryar tavilê were betalkirin.