Wesayît gêrê şerempolê bû: 3 birîndar

Li ser rêya Sêrt-Şirnexê, wesayîtekî ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li şerempolê gêr bû, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza, doh di seatên nîvroyê de li ser rêya Sêrt-Şirnexê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku plaqeya wî û navê şofêr wî nehat hînbûn, ji ber ku rê ji baranê şimitoqî bûbû şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û gêrê şerempolê bû.
Di encamê de şofêrê wesayîtê û du kesên ku li cem wî birîndar bûn.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
3 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Midûrtîya Şûbeya TEMê ve di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Entabê de li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 225 kes hatin qefaltin.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilat, di qezayeke trafîkê de 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li navçeya Alanyaya Entelyayê mînîbûs û wesayît li hev qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Li Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan, qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.