Wesayîta îtfaîyeyê di rê de qulipî: 5 kes birîndar bûn

Ekîbeke îtfaîyeyê ya ku li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê agir vedimirand qeza kir. Di qezayê de 5 îtfaîyeavn birîndar bûn.
Qeza, nîvro li ser rêya kevin a Cîzîr-Şirnexê, li nêzî Rezîdansên TOKÎ yên li Gundê Kurtuluşê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta îtfaîyeyê ya ku bi bihîstina agir ji herêmê re hatiye şandin, piştî ku şofêr kontrola direksiyonê winda kiriye wergeriyaye.
Pênc îtfaîyevanên di wesayîta ku wergeriya de bûn birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristîyê hatine şandin, piştî ku alîkariya yekem dan, îtfaîyevanên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku kesên birîndar ên ku ji bo dermankirinê hatine birin rewşa wan baş e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaredariya bi serokatiya Partiya DEMê, ji ber ku nekarî cesareta xwe bibîne û mizgefta ku çêkirina wê li navçeya navendî ya Kayapinar a Dîyarbekirê dest pê kiribû, di nav rojê de hilweşîne, hewl da ku bi alavên înşaetê di şevê de hilweşîne.
Ji bona ku ambargoya li ser Xezzeyê û polîtîkayên qetlîam û birçîhiştinê ya rejima îşxalker berdewam dike, were şikandin ji welatên cuda yên cîhanê nêzê sed keştîyên alîkarîyê wê derkevin rê.
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê, mînîbûseke gerê ku ji Erziromê diçû Mîdyada Mêrdînê qulipî. Di qezayê de yek jê pitikek 5 mehî 7 kes birîndar bûn.