Walîtîya Dîyarbekirê: Di qezaya li Liceyê de 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
Ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve derheqê qezaya ku li ser rêya Liceyê qewimî de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîtî diyar kir ku 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîyê qeza îro di saet 09.00an de li mezrika Heylo ya gundê Qerehesenê pêk hat.
Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Walîtî, ragihand ku 2 kes li cîhê bûyerê 3 kes jî li nexweşxaneya ku hatin rakirin canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku tedawîya birîndaran ku 11 kes in û ji wan 3 kes rewşa wan giran in, li nexweşxaneyê berdewam dikin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konvoya Filistînê ya Navneteweyî, ku ji bo piştgiriya Filistînê ji Srebrenîtsa ya Bosna û Hersekê derket rê û ji 20 welatan zêdetirî 500 çalakvan di nav de ne, çalakiya xwe li deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ê Herêma Kurdistanê didomîne, hinek çalakvanan li wir ji bo protestokirina dorpêçên ku bi rojan e berdewam dikin dest bi greva birçîbûnê kirine.
Li şaxa Kuçukçekmece ya Komeleya Evîndarên Pêxember, ji bo 85 keçan, ku 25 ji wan xwendina xwe ya Quranê temam kirin, merasîmek dawiya salê hate lidarxistin.
Meteorolojîyê ji bo bajarên Artvîn, Trabzon, Rîze, Gûmûşxane, Baybûrt, Erdexan, Qers, Erzirom û Erzîncanê û rojhilata Sêwasê û nav Gîresûnê hişyarîya barana dijwar da.