Çalakvanên Konvoya Filistînî dest bi greva birçîbûnê kirin
Konvoya Filistînê ya Navneteweyî, ku ji bo piştgiriya Filistînê ji Srebrenîtsa ya Bosna û Hersekê derket rê û ji 20 welatan zêdetirî 500 çalakvan di nav de ne, çalakiya xwe li deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl ê Herêma Kurdistanê didomîne, hinek çalakvanan li wir ji bo protestokirina dorpêçên ku bi rojan e berdewam dikin dest bi greva birçîbûnê kirine.
Çalakvanên ku ji 11ê Tebaxê ve li ber deriyê sînor li bendê ne, li ser pira herêma tamponê kon vedane.
Çalakvanên sivîl ên ku ji bo hişyarkirina li ser wehşetên li Xezzeyê û Şerîaya Rojava bi awayekî aştiyane û bê tundûtûjî ber bi Filistînê ve diçin, diyar kirin ku ew bi zanebûn li ser sînor asê mane û ji bo ku ji rayedaran bixwazin guh bidin rewşa wan, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakvanan diyar kirin ku heta ku qirkirin li Xezzeyê berdewam bike, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û qet dev jê bernadin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li şaxa Kuçukçekmece ya Komeleya Evîndarên Pêxember, ji bo 85 keçan, ku 25 ji wan xwendina xwe ya Quranê temam kirin, merasîmek dawiya salê hate lidarxistin.
Meteorolojîyê ji bo bajarên Artvîn, Trabzon, Rîze, Gûmûşxane, Baybûrt, Erdexan, Qers, Erzirom û Erzîncanê û rojhilata Sêwasê û nav Gîresûnê hişyarîya barana dijwar da.
Ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve derheqê qezaya ku li ser rêya Liceyê qewimî de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîtî diyar kir ku 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.