Tevgera Dawet û Ciwanîyê çalakiyeke bi coş li parqê li dar xist
Çalakiya ku ji aliyê Tevgera Dawet û Ciwanîyê ve li Rezanê hate lidarxistin, bi beşdariya zarok û ciwanan dîmenek rengîn bû û malbatan jî eleqeyek mezin nîşanî bernameyê dan.
Li Parqa Koşuyolu ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê, ji aliyê Tevgera Dawet û Ciwanîyê ve çalakiyek hat lidarxistin.
Berî ku bername dest pê bike, li qada çalakiyê qursên lîstik û şahiyê hatin danîn. Zarokan li gelek qursan, ji trampolînên bigire heya qadên hilkişîn û topê, ji qesrên mînyatur bigire heya standên boyaxkirinê kêfek coş û beş kirin, di heman demê de malbatên wan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî nimêja mexrîbê bername bi xwendina Qurana Pîroz ji hêla Cebraîl Dedeoglu ve dest pê kir. Di cih de piştî wê, îlah ji hêla hunermendên Ajansa Ozlem û Ekîba Îlahîyê ya Tevgera Dawet û Ciwanîyê ve hatin pêşkêş kirin.
Fahrî Ayik, li ser navê Tevgera Dawet û Ciwanîyê di bernameyê de axivî û bername bi duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Erziromê, di qezayeke trafîkê de ku di navbera jîp û karavanekê de qewimî, şeş kes bi sivikî birîndar bûn.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo rêwîyên winda yên keştiya ku li peravên Gîrne ya Qibrisê binav bû de, cenazeyê 6emîn hat derxistin. Hejmara kesên ku di encama binavbûna keştiyê de canê xwe ji dest dane gihîşt 14 kesan.
Bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember a Mêrdînê ve ji bo zarokan hate lidarxistin, piştî dewreyeke perwerdehîya nimêjê bi bernameyeke dawîn bi dawî bû.