Sîvîlên ku li benda alîkariyê bûn hatin qetilkirin: 51 şehîd, 648 birîndar

Li bakurê Xezzeyê, sîvîlên ku alîkarî dixwestin bûn hedef. Êrîşa rejîma sîyonîst di nav tenê sê saetan de bû sedema şehadeta 51 Filistîniyan û birîndarbûna 648 kesan. Sîyaseta birçîbûn û kaosê bi awayekî sîstematîk tê meşandin.
Rejîma sîyonîst li herêma Sudaniye ya bakurê Xezzeyê li dijî sivîlên birçî yên ku li benda alîkariyê ne, komkujiyek nû pêk anî. Li gorî Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezzeyê, di êrîşên ku roja Çarşemê bi şev di nav sê saetan de pêk hatin de herî kêm 51 Filistînî hatin şehîdkirin û 648 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên ku di demekê de ku bi hezaran sîvîl ji bo wergirtina xwarinê ji qamyonên alîkariyê yên ji herêma Zîkîmê dihatin, kom dibûn, careke din eşkere kirin ku rejîma sîyonîst bi awayekî sîstematîk siyaseta xwe ya birçîbûn û kaosê dimeşîne.
Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 112 qamyonên alîkariyê roja Çarşemê ketine Xezzeyê, lê piraniya wan ji ber bêewlehiya ku bi zanebûn ji hêla îşxalê ve hatiye çêkirin, hatine talankirin. Tê tekez kir ku ev polîtîkayeke "endazyariya kaosê" ye ku armanc dike pêşî li gihandina alîkariya rêxistinkirî bigire û krîza birçîbûnê girantir bike.
"Şerê birçîbûnê û komkujiya sîvîlan"
Nivîsgeha medyayê diyar kir ku rejîma sîyonîst birçîbûnê wekî çekek şer bikar tîne, bi zanebûn û xwînsarî sîvîlan dike hedef û ev sûc li dijî hemî qanûnên navneteweyî û normên mafên mirovan in.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatên piştgir, bi taybetî Emrîkayê, rasterast mesulê polîtîkayên hovane yên rejîma îşxalker in.
Hat destnîşankirin ku 2.4 milyon kes li Xezzeyê, ku 1.1 milyon zarok jî di nav de ne, nikarin xwarin û xwarina pitikan bistînin.
Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmetê bangek lezgîn ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên dadweriyê yên navneteweyî re kir, û bal kişand ku lazim e dergehên alîkariyê tavilê ji nû ve werin vekirin, dorpêç were rakirin û radestkirina alîkariyên mirovî, nemaze şîrê pitikan, bi rêkûpêk û ewledar were garantîkirin. Her wiha bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo darizandina sûcdarên şer ên sîyonîst tedbîran bigirin.
Li gorî daxuyaniyê, Xezze rojane herî kêm 600 qamyonên alîkarî û sotemeniyê hewce dike. Lêbelê, di bin dorpêça heyî de, temînkirina van hewcedariyên herî kêm ne gengaz e.
Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê ragihandin ku heta sibeha Çarşemê 86 Filistînî şehîd bûne, ku 71 ji wan dema ku li benda alîkariyê bûn hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve, tevî ku îddîa kir ku li sê deverên qerebalix "agirbesta mirovî" îlan kiriye jî, rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên hewayî û bejahî li ser deverên cûda yên Xezzeyê berdewam kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Kayaonu yê navçeya Palu ya Xarpêtê, di madeneke taybet a kromê de hilweşînek çêbû.
Li gundê Kavakliya navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di daristanê de şewat derket, ji şewata ku derket re hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele tê kirin.
Li gundê Pinarlara navçeya Derelîya Gîresûnê, wesayîtekî ku dixwest par bike gêrê şerempolê bû. Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Alacakayaya Xarpêtê di kana madenê de hilweşîn pêk hat, karker di binî de mane.