Şewata daristanê ya li Hetayê piştî mudaxeleya 7 saetan hat vemirandin
Şewata daristanê ya li navçeya Dortyol a Hetayê ku derketibû, bi hewldanên ekîbên ji hewa û bejayî ve hate kontrolkirin û vemirandin.
Li meydana Gurleyik a taxa Karakeşeyê, îro danê sibê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn agir bi zeviyeke daristanî ket.
Du helîkopterên îtfaîyeyê û heşt tankerên avê, ligel 75 xebatkarên daristanê, şeş personelên teknîkî û ekîbên îtfaîyeyê ji bo vemirandina agir hatin şandin herêmê.
Piştî nêzîkî 7 saetan xebata ekîban, agir hate kontrolkirin û bi temamî hate vemirandin.
Ji bo diyarkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê MÎTê yê berê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011an de li Girtîgeha Sîlîvrîyê canê xwe ji dest dabû,ji ber vê yekê tehqîqat hat destpêkirin. Di tehqîqatê de Cendermeyê teqawîtbûyî Hasan Atîlla Ugur, dema ku ji Qibrisê vegerîya hat binçavkirin.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê ekîbên polêsan wesayîtek dan sekinandin û di wesayîtê de 56 kîlo esrara toz hat bidestxistin, 2 şikdar jî hatin binçavkirin.
Li navçeya Eceabat a Çeneqqeleyê, 29 koçberên ku di nav wan de 7 jê zarok bûn hatin qefaltin.