Serokatiya Malbata HUDA PARê ew ê li Xarpêtê panelek bi navê "Qeleha Dawî: Malbat" li dar bixe

Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê dê di 19ê Cotmehê de li Xarpêtê panelek bi navê "Qeleha Dawî: Malbat" li dar bixe.
Li Xarpêtê ji teref Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê ve bi mijara "Keleha Dawî: Malbat" panelek ew ê were lidarxistin, wê di panelê de derheqê tehdîdên li dijî malbatê û tedbîrên ku li dijî van tehdîdan de biryar werin girtin.
Panela ku dê di 19ê Cotmehê de saet di 19:00an de li Navenda Fuar û Kongreyê ya Ahmet Tevfik Ozan were lidarxistin, dê ji hêla Şêwirmenda Malbatê Ebru Alalma ve were birêvebirin.
Talûkeyên navxweyî û derveyî yên ku malbatê tehdît dikin û tedbîrên ku li dijî wan werin girtin dê werin nîqaşkirin.
Di panelê de, Dr. Yasin Kuruçay dê pêşkêşiyek bi sernavê "Tesîra Medyaya Girseyî li ser Pêkhateya Malbata Me", Sosyolog Şuheda Derya Terzi dê pêşkêşiyek bi sernavê "Danûstandina Nav-Malbatê û Tedbîrên Parastina Yekparebûna Malbatê" û Perwerdekar Cevdet Yanilmaz jî dê pêşkêşiyek bi sernavê "Girîngiya Malbatê, Tehdîdên Navxweyî û Derveyî yên Li Dorpêça Malbatê" pêşkêş bike.
Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê li Enqere, Stenbol, Êlih, Qeyserî, Wan û Entabê bi beşdariyeke mezin panelên malbatê li dar xist û ji bo rewşa malbatê çareserî pêşkêş kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêveberiya Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî ya HUDA PARê di daxuyaniya xwe ya derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de daxwaza lêpirsîneke bi tesîr û bêalî kir û destnîşan kir ku îddîayên ku vê dawiyê ji raya giştî re hatine kirin tirsnak in.
Alimên ku derheqê êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê û êrîşên ku ji hêla hêzên tarî ve li sazîya malbatê tê kirin de daxuyanîyan dan. Wan bibîrxist ku wezîfeya aliman jî heye ku civakê hişyar bikin.
Birinca Qerejdaxê yê navdar, ku bi kedeke mezin li erdê kevirî yê herêma Qerejdaxê ya Dîyarbekirê tê çandin, ji teref cotkarên ku ji serê sibê heta rojavabûnê bi baldarî dixebitin ve tê çinîn. Cotkar dibêjin ku berhema îsal ji ya par zêdetir e, û ew kêfxweş in ku dibînin ku keda wan berhem dide.
Lijneya HUDA PARê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar ziyaret kir û pirsgirêkên têkildarî Ceryanê ya Dicleyê û giliyên welatiyan ji wan re ragihand.