Şehîd Abdusselam Îrdem li Rihayê bi duayan hat yadkirin

Şehîd Abdusselam Îrdem ku di salên 90îyan de li Dîyarbekirê di bin îşkenceyê de hatibû şehîdkirin, di salvegera şehadeta xwe de li gundê Heqêça Rihayê li ser gora xwe hat yadkirin.
Bername li camîya gund bi nimêjkirina esrê dest pê kir. Ji bernameyê re Serokê Bajarê Rihayê yê HUDA PARê Faruk Polat, hevaldozên wî, temsîlkarên sazîyên civaka sîvîl, sîyasî, dildar û gelek welatî beşdarî bûn.
Bername, bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Îsmaîl Şahbaz Xoce ve hat xwendin dest pê kir.
Dûre Lêkolîner û Nivîskar Osman Gulebak, derheqê jîyan, micadele û şehadeta şehîd de agahîyan da.
Gulebak îfade kir ku Şehîd Îrdem li hember zilmê bi tevî îmana xwe serê xwe netewand û ji bo bawerîya xwe jî li hember tu zilmekî tu gavekî paşve neavêt.
Bername bi duakirina ji teref Abdullah Zengîn ve dawî bû.
Herî dawîn beşdarvanan gora şehîd Abdusselam Îrdem zîyaret kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Payasa Hetayê di seatên êvarê de şilî dest pê kir, barana ku barîya bû sedema hezazê. Di encama barana dijwar de wesayît di rê de asê man û rê hatin girtin.
Endamê Sazîya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Mahmut Şahîn, daxuyand ku ew ê duyemîn “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Meseleya Kurd Re” ku di meha Sibatê de li Dîyarbekirê li dar xistibûn, wê li Wanê li dar bixin.
Di Festîwala Rêya Çandê ku li Dîyarbekirê tê lidarxistin de bi kêran şer derket, di encamê de 10 kes birîndar bûn.