"Qanûna Çarçove" di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qanûna li ser xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî, ku di raya giştî de wekî "qanûna çarçove" tê zanîn, ku di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" de ji hêla Meclîsê ve hate pejirandin, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî di Rojnameya Fermî de hate weşandin û ket meriyetê.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku qanûna ku bi piştgiriya 467 parlamenteran li Meclîsê hat qebûlkirin, ji bo pêşeroja aram, geş û ewle ya Tirkiyeyê gaveke girîng e û spasiya kesên ku beşdarî vê bûne kir.
Serokkomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de xwest ku qanûn sûdmend be û spasiya komên partiyên siyasî, endamên meclîsê, saziyên dewletê û rayedarên ku beşdarî pêvajoyê bûne kir.
Erdogan diyar kir ku pêvajo dê bi berçavgirtina hesasiyetên tevahiya gel, bi taybetî malbatên şehîdan û xaziyên berê were kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Suşehrî di qezayekê de mînîbusek rêwiyan kete geliyê, di encamê de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çar ji birîndaran rewşa wan giran e.
Di bernameyeke ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Edeneyê hate lidarxistin de, keçên ciwan ên ku hicab qebûl kiribûn bi hestyarî li ser wateya wê ji bo wan û bextewariya ku ji wan re aniye axivîn.
Rehber TV ji bona ku ji temaşevanên xwe re ezmûnek weşanê ya bi kalîte û bênavber peyda bike binesaziya xwe ya teknîkî nûjen kiriye. Piştî van nûjenkirinan, bername û weşanên nûçeyan ên Rehber TV êdî bi kalîteya HD peyda dibin.