Li Sêwasê mînîbusek ket nav gelî: 4 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
Li navçeya Suşehrî di qezayekê de mînîbusek rêwiyan kete geliyê, di encamê de 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çar ji birîndaran rewşa wan giran e.
Li navçeya Suşehrî ya Sêwasê mînîbusek rêwîyan kontrola xwe winda kir û kete xendeqekê.
Mînîbusa bi plaqeya 58 SG 604, ku şofêrê wê H.A. bû, li herêma gundê Çemê Gemîn Çokrak ê rêya Sêwas-Suşehrî ji rê derket û kete xendekê.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên cenderme, AFAD û tenduristiyê hatin şandin.
Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Tê ragihandin ku çar ji birîndaran rewşa wan giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bernameyeke ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Edeneyê hate lidarxistin de, keçên ciwan ên ku hicab qebûl kiribûn bi hestyarî li ser wateya wê ji bo wan û bextewariya ku ji wan re aniye axivîn.
Qanûna li ser xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî, ku di raya giştî de wekî "qanûna çarçove" tê zanîn, ku di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" de ji hêla Meclîsê ve hate pejirandin, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Rehber TV ji bona ku ji temaşevanên xwe re ezmûnek weşanê ya bi kalîte û bênavber peyda bike binesaziya xwe ya teknîkî nûjen kiriye. Piştî van nûjenkirinan, bername û weşanên nûçeyan ên Rehber TV êdî bi kalîteya HD peyda dibin.