Parlamenterê HUDA PARê Ramanli li Şemzînanê bi gel re hat cem hev
Alîkarê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, pêşengên raya giştî, muxtarên gundan, esnaf û xelkê herêmê re civiya û li pirsgirêk û daxwazên navçeyê guhdarî kir.
Ramanliyê ku bernameya xwe ya Şemzînanê bi civîneke giştî dest pê kir, derbarê çalakiyên partiyê de agahî da û goh da pirsgirêk û daxwazên welatiyan.
Ramanli diyar kir ku pirsgirêk û daxwazên ku ji hêla gel ve hatine vegotin hatine qeydkirin, û ew ê ji bo dîtina çareseriyan bi saziyên peywendîdar re civînan li dar bixin û pêvajoyê bişopînin.
Di çarçoveya bernameyê de, Ramanli û şandeya pê re serdana Dibistanên Navçeyî yên Quran ên Hezretî Elî û Seyît Taha û Dibistanên Navçeyî yên Keçan ên Hezretî Eyşe kirin û bi xwendekar û mamosteyan re civiyan.
Ramanli li navenda navçeyê serdana dikandarên bajêr jî kir, bi welatiyan re sohbet kir û li pirsgirêk û hêviyên dikandarên bajêr gohdarî kir.
Piştî serdana xwe ya bo karsaziyên herêmî, Ramanli çû Komeleya Serokên Gund û Taxan û bi wan re civiya. Di civînê de, serokan fikarên xwe yên li ser kêmasiyên di rê, binesaziyê, nexweşxane û ofîsên qeymeqamtiyê de anîn ziman û daxwaz kirin ku ev pirsgirêk ji Meclîsê re werin raberkirin.
Ramanli diyar kir ku ew ê daxwazên muxtarên gundan û welatiyan ji saziyên pêwendîdar re ragihînin, û derbarê xebata ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan dikin de nirxandin kirin.
Ramanli diyar kir ku ew pirsgirêkên di rojeva welatiyan de destnîşan dikin û li çareseriyan digerin.
Ramanli diyar kir ku wan daxwazên gel qeyd kirine û di civînên bi wezîran, rêvebirên giştî û dema ku pêwîst bû bi Serokkomar re jî, mijarên têkildar anîne ziman.
Ramanli destnîşan kir ku ew pirsgirêkên ku di asta rêveberiyê de nayên çareserkirin, dereng dimînin, an jî ji ber nebûna ragihandinê nikarin werin dawîkirin, tînin rojeva Parlamentoyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tê texmînkirin ku toza ku ji Sûrîyeyê tê heta roja Sêşemê piştî nîvro tesîrê li hinek deveran bike û bi tundî li deverên Dîyarbekir, Riha, Mêrdîn û Êlihê bidome.
Tê gotin ku çar baregehên PKKê li herêma Baze ya Herêma Kurdistanê hatine valakirin.
Di encama xebata ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatiye kirin de, bernameya "Ez Niyet Dikim Serê Xwe Bigirim, Fermana Te Li Ser Serê Min e" ji bo keç û zarokên ku serê xwe digrin li Dîyarbekirê bi eleqeyek mezin hate lidarxistin.
Di 11emîn Hevdîtina Alimanan de ku ji hêla ÎTTÎHADUL ULEMA ve hate lidarxistin, alim û nivîskarê Filistînî Dr. Newaf Tekrurî got, "Xezze navenda dawetê ye, navenda sebrê ye! Di çavê Misilmanekî de divê cîhan çawa be? Xezzeyê bi jiyana xwe, bi helwestên xwe û bi tevgerên xwe yên li hember bûyeran vêya nîşan daye..."