Meteorolojî ji bo 9 bajaran hişyarîya şilîyê kir

Tê texmînkirin ku ew ê îro li 9 bajaran baranek tund bibare, ji bo 9 bajaran hişyarîya bi rengê “zer” hat kirin, û hat xwestin ku bila li hember lehîyê jî welatî baldarbin.
Li gorî texmînên Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ew ê seranserê Tirkîyeyê ewr, sahî û şilî be.
Hat ragihandin ku li herêmên Ege, Behra Spî, Rojhilat, Bakur û rojavaya Anadolîya Navîn di seatên êvarê de baran bibare.
Li gorî texmînan piranîya şilîyê jî ew ê li epravên Ege, Kinikan, Hetay, Bêdlîs, Şirnex, derdorê Sîîrt, Wan û Colemêrgê be.
Dibe ku di seatên serê sibehê de li hindirê alîyê Behra Reş û bakurê rojhilat bi mij be.
Bajarên ku ji wan re hişyarîya bi rengê “zer” hat kirin Edene, Aydin, Hetay, Îzmîr, Manîsa, Mereş, Sêrt, Şirnex û Kinikan in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komeleya Mereşê ya Karwana Hêvîyê, li seranserê bajêr ji mihtacan re goştê sor belav kir. Hat destnîşankirin ku fealîyetên alîkarîyê, bi piştgirîya xêrxwazan hat lidarxistin.
Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) diyar kir ku li Behra Spî di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Ewrûpa Yetîm Elî ku li çar alîyê Tirkîyeyê xebatên alîkarîyê bikartîne, li Mûşê jî ji gelek malbatan re alîkarîya komir û êzingan kir.
Karwana Hêvîyê ji bo malbatên hewcedar ên li Dîyarbekirê, kermeseke ku roja Pêncşemê 23ê Cotmehê dest pê dike û hefteyekê berdewam bike li dar dixe.