Mînîbûsa koçberên neqanûnî qeza kir: 24 birîndar
Li Colemêrgê, mînîbûseke ku koçberên neqanûnî tê de ket nav gelîyê, di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn.
Qeza, şevê li ser rêya ber bi gundê Akbulut ê li navenda bajêr qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsek ku koçberên neqanûnî hildigirt ji rê derket û kete xendekê.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye, AFAD, UMKE û cendermeyê hatin sewqkirin.
24 welatiyên biyanî yên birîndar piştî tedawîyên ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê re hatin rakirin. Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, rewşa tenduristiya birîndaran baş e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Qilabana Şirnexê di qezaya ku otobûseke rêwîyan û qamyonek tê de bûn, şofêrê otobûsê canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş ên ku li seranserê welat zêde dibin, ji bo 29 bajaran hişyariya fermî da.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, li Ser Derîyê Yenîhalê, bi mehan e ku xebatên înşaetê rûberên rê yên nehevseng û qapaxên kanalîzasyonê li jor asta asfaltê mane, ev yek jî bûye sedema rexneyên şofêr û niştecihan.