Li ser rêya Semsûr-Samsatê qeza: 1 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Samsat a Semsûrê, wesayîtek ji paş ve li trektorekî xist, di encama qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da, 1 kes jî birîndar bû.
Qeza, li nêzê gundê Dut a navçeyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 02 SA 129 ya ku di bin îdareya A.A. de bû, ji paş ve li trektora bi plaqeya 49 AAJ 007 ya ku di bin îdareya N.K. de bû xist.
Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê A.A. bi giranî birîndar bû, H.M. yê ku di nav wesayîtê de rêwî bû jî li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hasan Tekînê ku di 18ê Hezîrana sala 1990an de li Şirnexê dema ku ji ber çalakiyên xwe yên Îslamî dixwest ji bo nimêja êvarê desmêj bigire, di êrîşa çekdarî ya PKKê de şehîd bû, di salvegera 36emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe bi rehmet û minnet hat bîranîn.
Li Kutehyayê îskeleyeke ku li ber avahîyekî bû hilweşîya, di encama qezayê de 2 karker canê xwe ji dest dan, 2 karker jî birîndar bûn.
Li gundê Humêra ya navçeya Serê Kanîya Rihayê di nav erd de şewatek derket, di encamê de 500 donim erdê ku genim çandinî bû şewitî.