Li Rihayê 500 donim erdê çandinî şewitî
Li gundê Humêra ya navçeya Serê Kanîya Rihayê di nav erd de şewatek derket, di encamê de 500 donim erdê ku genim çandinî bû şewitî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat ji ber sedemeke ku hêj nediyare derketîye, û di demeke kurt de belavê herêmeke mezin bû.
Agira ku derket, bit esîra bayê belav bû û erdê ku genim çandinîbû şewitî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîb hatin şandin û bi tevî gel agirê vemirandin.
Ji bo sedema derketina şewatê tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kutehyayê îskeleyeke ku li ber avahîyekî bû hilweşîya, di encama qezayê de 2 karker canê xwe ji dest dan, 2 karker jî birîndar bûn.
Her çiqas berhevkirina genim û ceh li Dîyarbekirê li gelek herêman geşbîn be jî, cotkar dibêjin ku fîyetên kirînê yên kêm û lêçûnên zêde kêfa berhevkirinê di bin siya xwe de digirin.
Komeleya Karwana Hêvîyê ya li Rihayê kar dike, di çarçoveya hewldanên alîkariyê yên mehane de, vê mehê bi rêya bazara civakî dest bi piştgiriya bi sedan malbatên feqîr kiriye.