Li Semsûrê du wesayît li hev qelibîn: 3 birîndar
Li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn. Mirovên ku di nav wesayîtê de asê mabûn bi xebata ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin.
Hat îfadekirin ku qeza li nêzê gundê Sofraz a qezayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta di bin îdareya O.O. de û wesayîta ku di bin îdareya R.Y. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn, di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Pitşî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mêrdînê, di konferansekê de ku ji aliyê Temsîltîya Qoserê ya Evîndarên Pêxember ve di çarçoveya bernameyên "Meha Mijdarê Meha Eshabîyan" de hate lidarxistin, jiyana Hezretî Xalid bin Welîd, xizmeta wî ya ji bo Îslamê û girîngiya yekîtî û hevgirtinê di navbera Misilmanan de hate nîqaşkirin.
PKK, ku di sala 1978an de li ser xeta Marksîst-Lenînîst hate damezrandin, di destpêkê de ji bo Kurdistaneke serbixwe û civakeke bêçîn piştgirî dikir. Lêbelê, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û girtina A. Ocalan di sala 1999an de di arasteya îdeolojîk a rêxistinê de bû sedema guhertinên girîng. Gotara têkoşîna çînî û rizgariya neteweyî hêdî hêdî bi argumanên ku konfederalîzma demokratîk, "azadiya jinan", ekolojî û homoseksueliyê diparêzin hate guhertin. Vê guhertinê her wiha nîqaşek li ser valahiya di navbera armancên damezrandina PKKê û gotara wê ya niha de vekiriye.
Li navçeyên Mehmûdî, Ebex û Bêgir ên Wanê ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.