Berf li Wanê ji perwerdehîyê re bû asteng
Li navçeyên Mehmûdî, Ebex û Bêgir ên Wanê ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Qeymeqamtîya Ebexê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gorî Nirxandina Meteorolojîyê ji ber qeşa û barîna berfa zêde di 23yê Mijdarê de ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Qeymeqamtîya Bêgirê jî daxuyand ku li qezayê ji ber berfê ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Ji teref Qeymeqamtîya Mehmûdî ve heman daxuyanîyek hat belavkirin û li qezayê ji bo 23yê Mijdarê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî barana zêde ya ku li Dîyarbekirê doh di saetên serê sibehê de dest pê kir û carinan zêde bû, hinek kolan û rê ji bûn wek gola avê û ji bo şofêran rêwîtî gelek zehmet bû.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek rûda, erdhej 66 kîlometre dûrê Bodrûmê qewimî.
Xwedîdozvan Sabahatîn Alkanê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di encama darizandina 28ê Sibatê de mecbûr ma ku çû hîcretê rehmet kir. Alkan jiyanek dirêj a zindanê kişand û dûre jî salên wî yên muhacirî dest pê kir û herî dawîn jî xeberek êş û elem hat.