Li Rîzeyê qamyonet gêrê kendalê bû: 2 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Çayelî ya Rîzeyê qamyonetek ji rê derket û gêrê kendalê bû. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan kesek jî birîndar bû.
Qeza, li gundê Yavuzlar a navçeya Çayelîyê qewimî.
Li gorî agahîyan qamyonetek ji bin kontrola şofêr derket û gêrê kendalê bû. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da kesek jî birîndar bû.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, AFAD û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Cenaze jî ji bo otopsîyê ji morgê re hatin rakirin.
Derheqê qezahê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di lêpirsîna mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş de daxwazên nû ji dozgeriyê re hatine şandin, di heman demê de parêzerên malbatê daxwaza muayeneyek berfireh kirine.
Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di qezayekê ku wesayîtek û tankereke avê li hev ketin de kesek birîndar bû.
Di çalakiyek bi navê "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" de, ku ji aliyê koma Evîndarên Pêxember ên Bitlîsê ve hate lidarxistin, zarok bi pankartên xwe di navenda bajêr de meşîyan.