Li Manîsayê 225.960 heb hebên sentetîk hatin bidestxistin: 2 kes hatin girtin
Li Manîsayê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Narkotîkê piştî rawestandina wesayîtek ku ji bo bazirganiya maddeyên hişber dihat bikaranîn, 225 hezar û 960 hebên sentetîk bidest xistin. Du şikdarên ku hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.
Ekîbên Daîreya Sûcên Narkotîk a girêdayî Daîreya Polêsan a Bajarra Manîsayê operasyonek li dijî firoşkarên kolanan ên ku narkotîk an maddeyên teşwîqker çêdikin û difiroşin, dan destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonên ku di bin koordîneya Walîtiyê de hatine kirin de, hat tespîtkirin ku mîqdarek mezin a narkotîkê ew ê were anîn bajêr.
Piştî biryarên rayedarên dadwerî, wesayîta ku şikdarên ji bo veguhestina maddeyên hişber bi kar dianîn ji aliyê ekîbên polêsan ve hate rawestandin.
Di lêgerîna wesayîtê de, 225.960 heb maddeyên hişber ên sentetîk hatin desteserkirin.
Di operasyonê de 2 şikdarên bi navê B.T. (23) û A.T. (24) hatin binçavkirin.
Piştî karûbarên wan ên li qereqola polêsan, şidkar sewqî dadgehê hatin kirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
40 koçberên neqanûnî ên di qeyikeke lastîkî de ku ji aliyê ekîbên Ewlekariya Peravê ve li peravên navçeya Dîdîmê ya Aydinê hatibûn rawestandin, hatin girtin.
Kovara Banga Heq ew ê li Cizîrê panel û bernameyek bîranînê bi mijara "Ji Xewnê Ber bi Rastiyê: Banga Melayê Cizrî ji bo Mirovahiya Îro" li dar bixe. Gelek akademîsyen ew ê beşdarî bernameyê bibin.
Li Dîyarbekirê di operasyonên li dijî çandina neqanûnî ya esrarê de 48.579 esrara kenewîr û skunk, ku ji wan 1.2 ton esrar dihat bidestxistin, hatin tunekirin û 36 kîlogram esrar jî hat desteserkirin.