Li Entabê, bi sedan keçên ciwan ketin hicabê
Bi sedan keçên ku biryar dan hicabê li xwe bikin, di çarçoveya bername û qampanyaya "Ez Bi Niyeta Xwe Dikim Xwe Binixumînim, Fermana Te Fermana Min e" de ku ji hêla Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê ve hat organîzekirin, bi malbatên xwe re hatin cem hev.
Bernameya ku saet 5ê êvarê li Baxçeyê Giştî yê Hasan Celal Guzel dest pê kir, bi sedan keçên ku biryar dan xwe bixumînin, malbatên wan û gelek welatiyan beşdarî bernameyê bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz ji hêla Şehîd Betûl Aydogan ve hat xwendin dest pê kir û bi duaya ku ji hêla Elîf Masûme Erdogan ve hat xwendin berdewam kir.
Girîngiya nixumandinê hate destnîşankirin
Îlahiyatnas Mustafa Karakurt di bernameyê de derheqê ehemmîyeta nixumandinê de axivî û qîzên ku ketine hîcabê û xwe nixumandine ji ber ku ketine bin emrê Xwedayê Teala pîroz kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji pênc kesên ku li navçeya Tersusê ya Mêrsînê çûne behrê, çar kesan canê xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyê Halîl Ozturkê 16 salî, ku di destpêkê de winda bû, hat dîtin, hejmara qurbaniyên felaketa behrê gihîşt çar kesan.
Mehmet Dîrek, kurê wî Ercan Dîrek û biraziyê wî Bekîr Dîrek ên ku di êrîşa çekdarî ya li Goristana Asrî ya Êlihê de canê xwe ji dest dan, piştî merasîma cenazeyê ya bi beşdariya girseyeke mezin hatin veşartin.
Li navenda Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhejek rûda. Ziyanek canê an jî maddî çênebû.