Li Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhej
Li navenda Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhejek rûda. Ziyanek canê an jî maddî çênebû.
AFADê diyar kir ku di saet 10.26an de li navenda Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 10,57 kîlometre di bin erdê de rûda. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji pênc kesên ku li navçeya Tersusê ya Mêrsînê çûne behrê, çar kesan canê xwe ji dest dan. Piştî ku cenazeyê Halîl Ozturkê 16 salî, ku di destpêkê de winda bû, hat dîtin, hejmara qurbaniyên felaketa behrê gihîşt çar kesan.
Mehmet Dîrek, kurê wî Ercan Dîrek û biraziyê wî Bekîr Dîrek ên ku di êrîşa çekdarî ya li Goristana Asrî ya Êlihê de canê xwe ji dest dan, piştî merasîma cenazeyê ya bi beşdariya girseyeke mezin hatin veşartin.
Bi sedan keçên ku biryar dan hicabê li xwe bikin, di çarçoveya bername û qampanyaya "Ez Bi Niyeta Xwe Dikim Xwe Binixumînim, Fermana Te Fermana Min e" de ku ji hêla Komeleya Evîndarên Pêxember a Entabê ve hat organîzekirin, bi malbatên xwe re hatin cem hev.