Li Edeneyê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: Kesek mir, sê birîndar bûn
Li Ceyhanê mînîbuseke rêwîyan li wesayîtekê qelibî, di encamê de şofêrê mînîbusê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Bulwara Ozdemîr Sabanci ya navçeya Ceyhanê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 01 AES 900 ku A.Y. diajot, li mînîbusa rêwîyan a bi plaqeya 01 U 0650 ku O.U. diajot, ku di heman alî de diçû û hewl dida li Çarxereya Taxa Buyukmangıtê bizivire, qelibî.
Di encama qezayê de mînîbus wergeriya û piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku şofêrê mînîbusê O.U. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Di qezayê de, O.G. û H.U. yên ku di mînîbusê de bûn û şofêrê wesayîtê A.Y. birîndar bûn.
Piştî wergirtina dermankirina destpêkê, mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê re hatin rakirin.
Tê ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e, û derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ya Meletîyê ji bo bi dehan xwendekarên hewcedar amûrên kirtasîyeyê peyda kir.
Şênîyên Akarsu û taxên derdorê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, diyar kirin ku 3 roj in ceryana wan qut bûye, ji bo girtina rêyan xwepêşandanek lidar xistin û Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî ji trafîkê re girtin.
Li alîyê Çarrêya Pira Mala Badê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn. mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.