Li Dîyarbekirê şewata pirêzeyê gurr bû
Ji bona ku agirê li herêma Ceddeya Berê ya Sêwregê ya navçeya Rezanê ya Dîyarbekirê derketiye û negihîje erdên çandiniyê yên ku nehatine çinîn, ekîbên ewlehiyê hatine seferber kirin.
Li qada Rêy Berê ya Siwêrek a navenda bajarê Dîyarbekirê şewat derket.
Ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Ekîbên îtfaîyeyê yên ku gihîştîn herêmê dest bi xebata vemirandinê kirin.
Îtfaîye û cotkaran ji bona ku agir negihîje berhemên nehatine çinîn bi dijwarî xebitîn, di heman demê de dûyê ji agir radibû ji deverên cuda yên navçeyê xuya bû.
Hewlên vemirandina agir û sarkirinê li herêmê berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Avcilar a Stenbolê di operasyoneke narkotîkê de 132 kîlo û 600 gram narkotîk hat bidestxistin û şikdarek jî hat binçavkirin.
Di bernameyekê ku ji aliyê Cemiyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve li Dîyarbekirê bi munasebeta meha Muherremê hate lidarxistin de, zilm û qetlîamên ku di serdemên cuda de, ji Kerbelayê heta Xezzeyê, ji Şêx Seîd heta Sûsayê, pêk hatine, hatin bîranîn.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Egitim-Bir-Sen û Memur-Sen ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku eleqeya ji bo dersa bijarte ya Kurdî zêde bûye, û banga tayînkirina bêtir mamosteyan û berfirehkirina perwerdehiyê ji bo astên cûda hat kirin.