Memur-Sen û Egitim-Bir-Sen daxwaza berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Egitim-Bir-Sen û Memur-Sen ve hat weşandin, hat destnîşankirin ku eleqeya ji bo dersa bijarte ya Kurdî zêde bûye, û banga tayînkirina bêtir mamosteyan û berfirehkirina perwerdehiyê ji bo astên cûda hat kirin.
Lijneya Şopandina Dersên Bijarte yên Kurdî yên Egitim-Bir-Sen û Memur-Senê bi mijara "Ezmûna Perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê" civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zêdebûna eleqeya bi zimanê Kurdî wekî dersa bijarte û hat xwestin ku bêtir mamoste bên tayînkirin û perwerdehî ber bi astên cuda ve were berfirehkirin.
“Sendîqaya me, îsal bi gihaştina 89 hezar û 64 xwendekaran ve rekora xwe ya parîn nû kir”
Sendîqa weha nivîsand, “Li Tirkîyeyê her sal di 5 zanîngehan da bi 197 kontenjanan ve mamosteyên Kurdî xwendina lîsansê dibînin. Di 14 salan da heta niha 826 mamosteyên Kurdî bawernameyên lîsansê wergirtine. Her wiha di wan 14 salan da li 15 bajar, 32 navçe û 260 dibistanên navîn da 412 hezar xwendekaran dersa Kurdî wergirtine.
Derfet heye ku li welatê me her sal ji 20 milyon xwendekaran nêzîkî 7 milyon xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin; lê mixabin ev hejmar li dora 30 hezar xwendekaran dimîne û em şermê ji vê rewşê dikin.
Sendîkaya me par bû wesîle ku dersa Kurdî ji alîyê 59.362 xwendekaran ve bê hilbijartin û îsal jî me bi 86.064 xwendekaran ra rekorek nû bi dest xistîye.”
“Ji ber ku Kurmancî dersen ferz nîne ji her dibistana ku lê hatîye vekirin re qadroya normal nayê dayîn”
Sendîqa weha berdewam kir, “Bi giştî ji her 250 xwendekarî ra pêdivî bi mamosteyeke Kurdî heye. Ji ber vê yekê jî bi vê hejmara ku îsal hatîye bidestxistin divê herî kêm 200 mamosteyên Kurdî li ser hejmara mamosteyên kurdî yên heyî bên zêdekirin.
Ji ber ku dersa Kurdî ne dersek mecbûrî ye, mixabin li her dibistana ku ev ders tê vekirin norma mamosteyê Kurdî nayê vekirin. Ji bo ku mamosteyek Kurdî bê tayînkirin divê herî kêm 8 saetan ango 4 şûbeyan ev ders bê vekirin. Hatîye dîyarkirin ku li seranserê welatê me pêdivî tenê bi 30 mamosteyên Kurdî ra heye. Ji bo van 30 cihan jî tenê 14 namzetên mamostetîya Kurdî serî lê dayîne. Ji nav 9 mamosteyên Kurmancî ku serî lê dayîne 5 kes; û ji nav 6 mamosteyên Zazakî jî tenê kesek niha li Akademîyê perwerdehîyê dibîne. Sendîkaya me hem ji bo zêdekirina normên vekirî û hem jî ji bo tayînkirina hejmareke zêdetir a mamosteyên Kurdî bi dilsozî dixebite. Her wiha ji bo hin cihên ku qet mamosteyên kurdî lê tune ne jî di navbera wezaret û bajaran da peywendîyekê saz dike. Weke mînak li Patnosa Agirîyê, li Norşîna Bedlîsê, li Riha û navenda Mûşê bi saya vê xebatê mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.”
Hat destnîşankirin ku Modela Maarîfî ya Perwerdeya Sedsala Tirkîyeyê ku Wezareta Perwerdehîya Netewî kirîye merîyetê xwendekarê jî bi derdorê çandî û eleqeya ku bi zimanê dayîkê re dike bingeh digre û weha lê zêde kir, “Li gorî Modela Maarîfî ya Perwerdeya Sedsala Tirkîyeyê, em pêvajoya amadekirina pirtûkên dersa Kurdî ji nêz ve dişopînin. Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ji bo Kurmancî û Zanîngeha Bingolê jî ji bo Zazakî hatine wezîfedarkirin. Li gorî sendîkaya me hevkarîya her 5 beşên Kurdî gelekî girîng e.
Sendîkaya me bi navê “Tecrubeya Perwerdehîya Kurdî li Tirkîyeyê” karê amadekirina sempozyûmeke navnetewî didomîne. Destpêkirina dersa hilbijartî ya Kurdî li lîseyan û destpêkirina xwendina lîsansê ya beşa Kurdî li Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê di nav mijarên me yên sereke da cih digirin.”
"Armanca me ew e ku bikaranîna zimanê Kurdî di perwerdehiyê de di hemû astan û di hemû dîsîplînan de misoger bikin"
Memur-Sen diyar kir ku sempozyumeke navneteweyî bi navê "Ezmûna Perwerdehiya Kurdî li Tirkiyeyê" tê plankirin û destpêkirina dersên bijarte yên zimanê Kurdî li lîseyan û vekirina bernameyeke lîsansê ya zimanê Kurdî li Zanîngeha Van Yüzüncü Yıl di nav armancên pêşîn de ne, dû weha got:
“Di nav pêşnîyarên me da li 5 zanîngehan zêdekirina kontenjanan heye ku ji bo Kurmancî 50 û ji bo Zazakî jî 30 kontenjan bên veqetandin. Bi vê yekê jî dê her sal 400 mamosteyên Kurdî bên perwerdekirin. Niha perwerdehîya lîsansê ya Kurdî bi 197 kontenjanan ve didome.
Perwerdehîya Kurdî bêguman dê ji alîyê pedagojîk, akademîk û pîşeyî ve gelekî pêşketinan li welatê me çê bike. Bi vê armancê em ê di nav sînorên Rêziknameya Dersên Hilbijartî da danasîna vê dersê bidomînin. Em dizanin ku dersên hilbijartî ji bo perwerdehîya Kurdî têrê nakin lê gavên girîng in. Ji ber vê yekê jî em dixwazin vê xebatê berfirehtir bikin û bikaranîna Kurdî di hemû ast û qadên perwerdehîyê da pêk bînin.”
"Cihêkdayîna zimanê Kurdî ji bo entegrasyona civakî di perwerdeyê de ew ê bibe alîkar "
Sendîqa herî dawîn weha got, “Zimanê Kurdî bîr û dewlemendîya çandî ya vê erdnîgarîyê ye. Eleqeya zêde ya xwendekarên me ya ji dersên hilbijartî yên Kurdî jî nîşana herî dîyar a vê rastîyê ye. Digel zêdebûna vê daxwazê ya sal bi sal jî, kêmasîya mamosteyan û normên kadroyan li pêşberî me wekî pirsgirêk dimînin.
Çand û bîra miletekî bi zimanê vî miletî ra hebûna xwe didomîne. Di perwerdehîyê da bihêzbûna Kurdî; dê ji parastina çanda dewlemend, wekhevîya perwerdehîyê û aştîya civakî da ciheke baş bigire. Wekî ku Serokkomarê me Birêz Recep Tayyip Erdoganî jî gotîye; “Ev miletê ku zimanê xwe winda dike, bîr û bawerîya xwe jî winda dike.”
Daxwaz heye, pêdivî heye. Niha jî dem hatîye ku ev daxwaz di polîtîkayên perwerdeyê da ciheke bihêztir bigire.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nêzîkî 19 milyon xwendekarên ku di dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de dixwînin, îro ew ê qerneyên xwe yên notan bistînin û dest bi betlaneya havînê bikin.
YKS 2026 a ku ji teref OSYMyê ve tê organîzekirin, ew ê 20-21 Hezîranê de were tertîpkirin. Îsal 2 milyon û 425 hezar û 628 mirov dikevin îmtîhanê.
YKS a 2026an, ku ji hêla OSYM ve tê organîzekirin, ew ê di 20-21ê Hezîranê de were lidarxistin. Îsal, 2.425.628 namzedan ji bo îmtîhanê serlêdan kirin.
Serokê Karûbarên Perwerdehiyê yê HUDA PARê Yahya Ograş ji xwendekarên ku ew ê bikevin Îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) re serkeftin xwest.