Li Dîyarbekirê mînîbûs şewitî

Li Dîyarbekirê mînîbûsa ku ragihanîya rêwîyên nav welat dikir ji nişkavde şewitî. Dema şewatê ji teref qemerayên telefonan ve hat qeydkirin.
Bûyer, li alîyê Çarrêya Yenîhal Kopruluya ser Ceddeya Kayapinara navçeya Kayapinarê di seat 15.00an de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa bi plaqeya 21 M 0063 ku serwîsa Dagkapi-Gazîleran dikir li Çarrêya Yenîhal Kopruluyê dema ku li alîyê Gazîlera diçû xera bû.
Hat îfadekirin ku di motora wesayîtê de dûman derketîye û rêwîyên mînîbûsê hatine tehlîyekirin û dolmîş şewitîye.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Di encama midexeleya ekîban de şewat hat vemirandin lê wesayît bû wek xwelîyê.
Ji ber şewatê trafîk sekinî û mirovên derdorê jî endîşe kirin.
Dema şewatê jî dem bi dem ji teref qemerayên telefonê ve hatin kişandin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê qezaya trafîkê çêbû, karmendê şaredariyê MD yê ku li motorsîkletê siwar dibû canê xwe ji dest da.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê Zeynep Acara 7 salî, duçarî êrîşa 3 kuçikên beredayî bû.
ÎTTÎHADUL ULEMA di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de pêşniyarên girîng da û banga yekîtî û hevgirtinê kir.
Li navçeya Palo ya Xarpêtê, kesekî ku ji bo lêgerîna hingiv çûbû çiyê canê xwe ji dest da.