Li Çeneqqeleyê 29 koçberên neqanûnî hatin qefaltin
Li navçeya Eceabat a Çeneqqeleyê, 29 koçberên ku di nav wan de 7 jê zarok bûn hatin qefaltin.
Ekîbên Midûrtîya Şûbeya Îstîxbarata Fermandarîya Koma Marmaraya Rojava ya Ewlehîya Sehlê û ekîbên Midûrtîya Şûbeya GKÎT a Fermandarîya Cendermeya Bajarê Çeneqqeleyê bi hev re xebatek hevpar li dar xistin.
Ekîban, li alîyê Alçitepeyê xebat kirin û di encama wan xebatan de 22 koçberên neqanûnî ku 7 ji wan zarok bûn tespît kirin û wan qefaltin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê MÎTê yê berê Kaşîf Kozînoglu di sala 2011an de li Girtîgeha Sîlîvrîyê canê xwe ji dest dabû,ji ber vê yekê tehqîqat hat destpêkirin. Di tehqîqatê de Cendermeyê teqawîtbûyî Hasan Atîlla Ugur, dema ku ji Qibrisê vegerîya hat binçavkirin.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê ekîbên polêsan wesayîtek dan sekinandin û di wesayîtê de 56 kîlo esrara toz hat bidestxistin, 2 şikdar jî hatin binçavkirin.
Li Wanê, qurbanên ku ji hêla xêrxwazan ve ji bo nezir, eqîqe û şikirê têne bexşandin, bi rêya Karwana Hêvîyê têne serjêkirin û li malbatên hewcedar têne belavkirin. Herî dawî, goştê 4 qurbanên ku hatine bexşandin li kesên hewcedar hate belavkirin.