Li Bûrsayê tir li motorê qelibî: 2 mirî, 1 birîndar
Li navçeya Yenîşehîr a Bûrsayê tira ku şofêrê wî serxoş bûye ketîye rêya dijber û li motorbisiqletekî qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 1 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Yenîşehîr-Înegolê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira bi plaqeya 31 ARG 58 ya ku di bin îdareya R.O.(29) de bû, li gorî îddîayan ket rêya dijber û li motorbisiqleta bi plaqeya 16 BTV 736 ya ku di bin îdareya R.M. (18) de bû qelibî.
Hat îfadekirin ku R.M. û M.Y.E. (19) yên ku li ser motorê bûn bi tesîra lêxistina tirê li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan. Kesekî dinê ku di qezayê de bi sivikî birîndar bûbû jî piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Piştî qezayê ji şofêrê R.O. re kontrola eraqê hat kirin û hat tespîtkirin ku R.O. eraqê vexwarîye û serxoş bûye.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xala Kontrola Rêya Azad a Gundê Çîgli, ekîbên cendermeyan qamyonetek bi plaqeyên Qirxizistanê rawestandin û bi qasî 21 kîlogram û 700 gram ji maddeyên ku tê texmînkirin metamfetamîn e, ku di 44 pakêtan de hatibûn pakêt kirin, desteser kirin.
Li Bayrampaşa ya Stenbolê li dijî wesayîtekî opersayon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 486 kîlo û 450 gram maddeyên hişber hatin bidestxistin. Di operasyonê de 3 şikdar jî hatin qefaltin.
Otobûsa ku sefera Stenbol-Dîyarbekirê dikir li Taxa Işiklar a Rêya Marmaraya Bakur li barîyeran xist û şewitî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.