Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo xêra mihtacan kermesek vekir
Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, mihtac û sêwîyan alîkarîyan li dar dixe, li Qada Şêx Seîd ji bo xêra malbatên mihtac kermesek vekir.
Karwana Hêvîyê armanc dike ku ew ê bi qezenca di kermesê de ji malbatên mihtac re lazimatîyan bistînin û ew ê kermes jî heta 30yê Cotmehê vekirî be.
Hat îfadekirin ku di kermesê de ji amûrên metbexê, xurdewat, cil û bergên zarok, zilam û pîrekan, solan, xwarin û şêranî hene.
Serokê Karwana Hêvîyê Emîn Akyuz, îfade kir ku kermes ew ê heta 30yê Cotmehê berdewam bike û ji xêrxwazên ku piştgirîyê dane kermesê re jî sipasîyan kir.
“Qezenca ku di kermesê de werin bidestxistin wê ji mexdûr û mihtacan re werin xerckirin”
Akyuz îfade kir ku ew vê kermesê kirine wek kevneşopîyek û got, “Hemd ji Xwedê re ku em wek Karwana Hêvîyê îsal jî kermesa ku me kirîye wek kevneşopîyek vekirîye. Kermesa me li Qada Şêx Seîda ku li navçeya Surê ye hatîye vekirin. Ew ê kermesa me heta 30yê Cotmehê berdewam bike û wê her roj heta seatê 20.00an bidome. Em ê qezencên ku ji li vê deêr bidestbixin ji bo mexdûr û mihtacan re bikarbînin.”
Akyuz ji welatîyan re jî bang kir û weha got, “Banga me ya ji welatîyên me re ev e ku bila danûstandinên xwe ji li vê derê bikin, û ew dikarin li kermesa me bexşan jî bikin. yanê heger ew jî bixwazin ku ji vê kerwana xêrê re destekê bidin bila werin li vê derê û lazimatîyên xwe ji li vê bistînin. Gelek tiştên me hene. Ji xalîyan bigrin, heta tiştên elektronîkî, ji cil û bergan bigre heta xwarinê curbecur tiştên me hene. Em ji xêrxwazên xwe re teşekuran dikin, Xwedê xêra wan qebûl bike. Xwedê kermesa me bike wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwendekarên ji Dîyarbekirê yên ku ji trajediya li Xezzeyê re bêxem neman, bi lidarxistina kermesên xêrxwaziyê li dibistanên xwe, ji bo piştgiriya hevalên xwe yên Filistînî bi hev re pêşbaziyê kirin.
Careke din derket holê ku Partiya DEMê, ku nikare daxwaza gelê Misilman a mezinkirina zarokên xwe bi awayekî Îslamî tehemûl bike, bi bawerî û nirxên gel re ne lihevhatî ye.
Hat îfadekirin ku di navbera Tirkîye, Îran û Efxenistanê de zaptekî mitebeqet a hevkarîyê hatîye îmzekirin.