Karwanê Hêvîyê perwerdehiya xwe ya AFADê temam kir
Ekîba yekem a Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Karwana Hêvîyê ya Êlihê, Perwerdehiya 6 rojî ya Kampkirina Bingehîn, Nexşe û Navîgasyonê ku di çarçoveya pêvajoya akredîtasyona AFADê de hatibû organîzekirin, bi serkeftî qedand.
Ekîba yekem a Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Karwana Hêvîyê ya Êlihê di pêvajoya akredîtasyona AFADê de merhaleyek din a girîng derbas kir.
Di seranserê bernameya perwerdeyê de, endamên tîmê hem perwerdehiya teorîk û hem jî pratîkî di warê kampkirinê, jêhatîbûnên zindîmana li çolê, xwendina nexşeyan û navîgasyonê de wergirtin.
Hate diyarkirin ku perwerdeyên bi serkeftî hatine temamkirin ew ê kapasîteya ekîbê ji bo bersivdayîna li felaket û rewşên awarte yên muhtemel xurttir bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
AFADê ragihand ku li Behra Spî, 243.09 kîlometre dûrî navçeya Datça ya Muxlayê, erdhejek bi şîdeta 4.3 pileyî çêbû.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyonên hevdem pêk anîne û di van operasyonan de 119 şikdar hatine girtin.
Peyamên di navbera Haluk Levent û alîkarê wî Alper Çelîk de, ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de hatine girtin, derbarê çalakiyên behîsê de, di dosyeya dozê de cih girtine. Di peyaman de tê gotin ku Levent di heman rojê de bi qasî 700.000 Lîreyên Tirkî behîs leyîstîye.