Derket holê ku Haluk Levent di heman rojê de bi qasî 700.000 Lîreyên Tirkî behîs leyîstîye
Peyamên di navbera Haluk Levent û alîkarê wî Alper Çelîk de, ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de hatine girtin, derbarê çalakiyên behîsê de, di dosyeya dozê de cih girtine. Di peyaman de tê gotin ku Levent di heman rojê de bi qasî 700.000 Lîreyên Tirkî behîs leyîstîye.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Komeleya Ahbapê dimeşîne de, peyamên qumarê yên ku tê îddîakirin di navbera Haluk Levent û alîkarê wî Alper Çelîk de hatine parvekirin û paşê hatine girtin, derketin holê.
Li gorî peyamên ku tê ragihandin di dosyaya lêpirsînê de cih digirin, di navbera Haluk Levent û Alper Çelîk de gelek danûstandinên têkildarî behîsê hebûn. Tê îddîakirin ku di peyaman de tê dîtin ku Levent di heman rojê de bi qasî 700.000 Lîreyên Tirkî behîs leyîstîye, û yek behîs jî bi qasî 500.000 Lîreyên Tirkî ye.
Derheqê meseleyê de lêpirsîn berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
AFADê ragihand ku li Behra Spî, 243.09 kîlometre dûrî navçeya Datça ya Muxlayê, erdhejek bi şîdeta 4.3 pileyî çêbû.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyonên hevdem pêk anîne û di van operasyonan de 119 şikdar hatine girtin.
Ekîba yekem a Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Karwana Hêvîyê ya Êlihê, Perwerdehiya 6 rojî ya Kampkirina Bingehîn, Nexşe û Navîgasyonê ku di çarçoveya pêvajoya akredîtasyona AFADê de hatibû organîzekirin, bi serkeftî qedand.