Ji malbata Bûşra ya 11 mehî ya ku li Sêwasê winda bûbû 10 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê ji 10ê Îlonê vir ve ji bo pitika Bûşra ya 11 mehî ku winda bûbû xebatên lêgerînê didomin. Ji ber îfadeyên cuda yên malbatê tehqîqat hat berfirehkirin û 10 kes hatin binçavkirin.
Tehqîqata edlî ya ku ji bo winda bûna pitika Bûşra ya 11 mehî ku li zozana Gundê Gondurenê winda bûbû berdewam dike.
Di çarçoveya tehqîqatê de îfadeya malbatê hat girtin û malbat ji hev cuda îfade dan û carna bi îfadeyên xwe yên cudatir îfadeyan dan. Li ser vêya îhtîmal hene ku dibe ku pitik hatibe kuştin, hatibe revandin an jî hatibe firotan.
Bi emrê Serdozgerîya Komarîyê ya Dîvrîgî derheqê bûyerê de 10 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Elbak a Wanê qamyon û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kes birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek li dar xist.
Li Xala Kontrola Rêya Azad a Gundê Çîgli, ekîbên cendermeyan qamyonetek bi plaqeyên Qirxizistanê rawestandin û bi qasî 21 kîlogram û 700 gram ji maddeyên ku tê texmînkirin metamfetamîn e, ku di 44 pakêtan de hatibûn pakêt kirin, desteser kirin.