Ji Herêma Kurdistanê ji bo Pişka Budçeya 2027an a Bexdayê bertek: "Em Ji Sedî 12,68an Qebûl Nakin"
Alîkarê Wezîrê Planyandina Herêma Kurdistanê Sîrwan Muhammed diyar kir ku pişka ji sedî 12,68 ku di reşnivîsa budçeya sala 2027an a hikûmeta Iraqê de ji bo herêmê hatiye veqetandin, li dijî standardên serjimêriya navneteweyî ye û berteka tund nîşan da.
Muhammed da zanîn ku di hesabkirina vê rêjeyê de nêzîkî 500 hezar kesên wekî koçber, penaber û rûniştvanên hinek deverên Herêma Kurdistanê ji hejmara nifûsa herêmê hatine derxistin.
Muhammed bi bîr xist ku sala borî ev pişk wekî ji sedî 13,93 hatibû hesabkirin û destnîşan kir ku sepandina niha ya Bexdayê, bi biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê ya sala 2024an re jî nakok e.
Sîrwan Muhammed diyar kir ku di destê Herêma Kurdistanê de belgeyên bihêz hene û vebijêrka serlêdana Dadgeha Federal a Bilind dinirxînin û weha got: “Em bi tu awayî rêjeya ji sedî 12,68 qebûl nakin. Ji ber ku ev rêje ew ê bibe bingehek û di pêşerojê de guhartina wê ew ê pir zehmet be”. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Dîyarbekirê di operasyonên ku li dijî kesên ku maddeyên hişber difiroşin û bikar tînin de hatin kirin de 59 hezar û 221 nebatên esrarê û 109 kîlogram skunk û esrar hatin bidestxistin û di derbarê 24 şikdaran de lêpirsîn hat destpêkirin.
Meteorolojiyê ji ber baran û bahozên zêde yên ku tê texmînkirin ji bo 18 bajaran hişyariya zer da. Ji bo 9 navçeyên Muxlayê hişyariya porteqalî hat dayîn.
Li gundê Sarimbeyê yê navçeya Yozgatê, ji ber lêdana birûskê agir bi qasî 500 ton balîyên giya şewitî. Di şewata ku ji aliyê ekîbên îtfaîyeyê ve hat kontrolkirin de ti kes nemir û birîndar nebû.