Ji ber şewata 61 daristanan 23 kes hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di derbarê 61 şewatên daristanan ên di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de derketine de, 23 kes hatine binçavkirin û çar kes jî hatine girtin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hûrgiliyên lêkolînên li ser 61 şewatên daristanan ên ku di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de li seranserê welat derketine parve kir.
Li gorî daxuyanîya wî ya li ser hesabê medyaya civakî, di encama xebatên tîmên cendirmeyan de 23 kes hatine binçavkirin, 4 ji van kesan hatine girtin û ji bo 19 ji wan biryara kontrola edlî hatiye dayîn.
Hat destnîşankirin ku piraniya şewatan ji ber şewqa kombaynan û makîneyên berhevkirinê çêbûne. Her wiha hat diyarkirin ku hinek şewat ji ber sedemên wekî agirên bi bêxemî vêxistî an mûmên ji bîrkirî li ser goristanan çêbûne.
Yerlikaya bang li welatiyan kir ku di parastina daristanan de baldartir û berpirsiyartir bin:
"Girîng e ku welatiyên me ji bo parastina daristanên xwe, bi taybetî di rojên germ ên havînê de, pir hişyar û baldar bin."
Wezîr daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Xwedê welat û miletê me ji her cure felaketê biparêze." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nurettin Teymur, Serokê Komeleya Karwana Hêviyê ya Êlihê, diyar kir ku li Xezzeyê birçîbûn bûye tehdîda herî mezin û bangek lezgîn li civaka navneteweyî û xêrxwazan kir.
Li navçeya Sêwrega Rihayê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.
Serokê Navçeya Egilê ya HUDA PARê Zekî Yildirim, ji bo rêya Diyarbekîr-Egilê, ku îhaleya wê di sala 2017an de hatibû kirin û xebatên înşaetê neqediyayî mabûn, bang li rayedaran kir, bal kişand ser qezayên trafîkê û talûkeyên berdewam ên li ser rêya navborî.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo kesên ku di şewata daristanê ya li Seyitgaziya Eskîşehîrê de canê xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand.