HUDA PAR li 3 bajaran kongre tertîp dike

HUDA PAR, îro li Stenbol, Qonye û Entelyayê Kongreya Bajara Asayî ya 4mîn tertîp bike.
HUDA PARa ku bi şîara “Sîyaseta Dirust, Edaleta Rastî” derket sehneya sîyasetê, kongreyên xwe yên bajarê didomîne.
Serokatîya Bajara Stenbol yê HUDA PARê, di 10ê Kanûnê (Îro) de ew ê Kongreya Asayî ya 4mîn tertîp bike. Kongre, ew ê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve bê tertîpkirin.
Kongreya ku bi silogana “Lazimatîya welat ji HUDA PARê re heye” bê tertîpkirin, di seat 14.00an de li Kompleksa Spor a Goztepeyê bê lidarxistin.
Kongreya duyemîn jî ew ê li Qonyeyê bê lidarxistin.
Serokatîya Bajara Qonyeyê, daxuyand ku ew ê Kongreya Bajara Asayî ya 4emîn îro di seat 14.30yan de di Navenda Çanda Azîzîyeyê de bê lidarxistin.
Kongreya dinê jî ew ê li Entelyayê bê lidarxistin.
Kongreya Bajara Asayî ya 3yemîn ew ê bi beşdarbûna Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê ve bê lidarxistin.
Hat desnîşankirin kongre ew ê di seat 15.00an de di Navenda Çanda Kepez Erdem Beyazidê bê tertîpkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Midûrtîya Şûbeya TEMê ve di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Entabê de li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 225 kes hatin qefaltin.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilat, di qezayeke trafîkê de 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li navçeya Alanyaya Entelyayê mînîbûs û wesayît li hev qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Li Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan, qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.