Hewa dest pê dike ku sar bibe, fîyeta êzingan mirovan dikewîne

Her ku hewa hêdî hêdî sar dibû, welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Lêbelê, zêdebûna berbiçav a fîyzetên êzingan ên îsal hem firoşkar û hem jî gel xistine rewşek dijwar.
Fîyet li gorî hişkbûna êzingê diguherin; êzinga bi temamî hişk bi 8.000 lîreyan tê firotin, lê darê teze bi 7.500 lîreyan tê firotin. Daristanvan vê zêdebûna fîyetê bi zêdebûna mesref karker, veguhastin û sotemeniyê ve girêdidin.
"Êzing nayê, em nikarin karkeran bibînin, mesref zêde ne"
Kemal Kazak, ku bi salan e êzingan difiroşe, diyar kir ku zêdebûna fîyetê êdî neçar e û got:
"Par, serê tonê fîyeta êzing li dora 5.500-6.000 lîreyî bû, lê îsal em wê bi 7.500 heta 8.000 lîreyî difiroşin. Êzing nayê, em nikarin karker bibînin, û mesref ew qas zêde ye ku fîyeta êzing zêde dibe. Baş e ku êzing erzantir be. Xelk xizan in û qeweta standinê kêm e. Em naxwazin wê bi fîyetekî ewqas zêde bifiroşin."
Kazak diyar kir ku welatî li gorî pêdiviyên xwe bi mîqdarên cûda êzing dikirin û got, "Hinek 4 ton, hinek 3 ton, hinek 2 ton dikirin. Kirîn li gorî hejmara mirovên di malê de dijîn tê kirin. Xelk ji mesrefa zêde gazinan dikin, lê em naxwazin pereyan winda bikin. Em ji sibê heta êvarê bê westan dixebitin, ji bo her tonekê 200-300 lîre qezenc dikin. Ji ber ku êzing ji Şîrvan û Şirnexê bi gelemperî ji bo derveyî welat tê şandin, fîyet jî li vir zêde ne."
"Mesref zêde ne, qezenc hema bêje tune ye"
Hurşit Akin, firoşkarekî din ê êzingan, got ku tevî zêdebûna fîyetan jî, qezenca wî neguheriye.
Akin got, "Par, êzing bi qasî 5.500 lîre bû, îsal 7.500 lîre ye. Tenê keda me maye. Ji ber ku her tiştê din bilind dibe, bê guman fîyeta êzinf jî zêde dibe. Qezenc tune, û mesref jî zêde ye. Her çend ewqas fîyet be jî, mirov neçar in ku wê bikirin; çareyek din ji wan re tune. Êzing ji bo feqîran bi rastî jî biha ye, lê tiştek tune ku were kirin."
Akin mesrefên wiha kurteber kir: "Nêzîkî 2.000 lîre ji bo kedê, 200 lîre ji bo barkirinê, û 200 lîreyên din jî ji bo bermayiyan. Di dawiyê de, tenê 300 lîreyên me mane."
Welatî bi baldarî dikirin
Her çend serma hêna bi temamî dest pê nekiriye jî, gelek welatiyan ji tirsa zêdebûna bihayê di rojên pêş de, zû dest bi kirîna darên êzingan kirine. Lêbelê, ev fîyetên zêde bi taybetî budceya malbatên kêmdahat bargiraniyê çêdikin.
Li herêmên ku binesaziya gaza xwezayî lê tune ye, niştecih bi êzing û komirê amadekariyên derbaskirina zivistanê dikin. Lêbelê, ji ber zêdebûna îsal, gelek kes hewl didin ku bi kirîna kêmtir êzing pereyan teserûf bikin. Lêbelê, daristanvan radigihînin ku firotan li gorî sala borî kêm bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çîyayê Agirî ya ku 5 hezar û 137 metre ye bi barîna berfê ya di orta meha Cotmehê de spî bû, li ser çîyayê dîmenên xweş çêbûn.
Yek ji serokên HAMASê Sami Ebû Zuhrî beşdarî bernameyeke ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve li navçeya Qosera Mêrdînê hate lidarxistin bû û got, "Em vê peymanê wekî rawestgehekê dibînin. Em ê micadeleya xwe heta ku Quds azad bibe bidomînin."
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PAR Şahzade Demîr, ji bona ku beşdarî festîwala bi navê “Tehma ku Ji Tujîtîyê Tê” bibe çû Kîlîsê.