Goktaş Xoce: Masaya ku lê HAMAS tunebe Filistîn li wê derê tê firotin

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoceyê ku di mîtînga li Entabê de axivî got ku HAMAS Filistîn e, masaya ku lê HAMAS tunebe Filistîn li wê derê tê firotin.
Doh ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Entabê ji bo Filistînê mîtîngeke mezin hat lidarxistin. Mîtînga ku bi beşdarbûna bi hezaran jin, zarok, mezin û biçûk hat tertîpkirin bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtinên mêvanan berdewam kir.
Yek ji wan kesên ku di bernameyê de axvtin kir Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş Xoce bû.
Mehmet Goktaş di axavtina xwe de balan kişand li ser dek û dolabên ku li pişta perdeyan tên kirin û got “Xuşk û birayên me yên hêja! Dihat îddîakirin îdarevanên herî bi aqil ên siyonistan in; lê Xweda tiştekî nîşanî me da ku îdarevanên herî bê aqil ên wan in. Xweda vê yekê bi wesîleya HAMASê nîşanî me da. Însan hindik mabûn ku îman bînin ku îsraîl nikare bê mexlûbkirin, dinya jî wisa bû. Lê birayên me vê yekê tarûmar kirin û nîşan dan ku îsraîl dikare bê mexlûbkirin.”
“Qralno! Bitirsin HAMAS tê”
Goktaş Xoce di berdewama axavtina xwe de got ku bila temamê dinya, xerb û siyonistan bizanibin bi milyonana HAMAS tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dinya tev rabû li ser pîyan, lê belê dengek ji îdareya Erebistana Siûd derneket. Temamê dinyayê hetta li Yunanistanê bi xwe bi hezaran kes daketin kolanan û siyonistan protesto kirin; lê bi milyonên hecîyên me yên li Kabeyê nikarin carekê bibêjin “Qehir bibe siyonist.” Dîsa îdareya Siûd nahêle ku hecî bibêjin “bicehime siyonist û Amerîkat.”Çima lewra her der tije polês e. Hema 3 kes werin ba hev di ser wan de digrin.Welalhî ew ê ew der xera bibin û Misliman ew ê rojekê rabin li ser pîyan. Bi gotineke din Qralno! Bitirsin HAMAS tê.”
“HAMAS, Filistîn bi xwe ye”
Goktaş Xoce di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser ehemmîyeta HAMASê û wiha got “Ji wan kesên ku li hember HAMASê zimandirêjîyê dikin pêve dijminekî mezintir tune ye. Lewra HAMAS şeref û heysîyeta ummetê ye, îftîxara ummetê ye. Ger li cihekî masayek hatibe danîn û li wê derê qala HAMASê neyê kirin zanibin li wê derê Filistîn tê firotin. Em bang li siyasîyan dikin. Em ê îmze navêjin tu belgeya ku tê de qala HAMASê nayê kirin. Lewra muxattabê esil ew in.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên TUÎKê, firotinên xanîyan li gorî daneyên heman meha sala çûyînê sedî 6,8 zêde bû û meha Tebaxa sala 2025an de bû 143 hezar û 319. Firotina herî zêde li Stenbolê pêk hat.
Di lêpirsîna ku li dijî Can Holdîngê hat kirin de, ji ber sûcên “sazkirina rêxistina sûc”, “qeçaxçîtîya bacê”, “xapandin” 5 kes hatin qefaltin, 1 kes jî hepsa malê girt.
Li Bîlecîkê di encama li hev qelibîna erebeya tîcarî û kamyonetê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.