Barana zêde ya li Stenbolê tesirek xerab li ser jiyana rojane kir
Barana dijwar ku di saetên êvarê de li Stenbolê zêde bû, jiyana rojane ya li seranserê bajêr têk bir. Li hinek navçeyan rê di bin avê de man, li Esenyurt û Umraniyeyê rê hilweşiyan û li Maltepeyê jî ax herikî.
Barana zêde ya ku doh bi şev li Stenbolê dest pê kir, bi taybetî li hinek navçeyan di veguhestinê de bû sedema astengiyên.
Barana ku bi lez zêde bû bû sedem ku av li kuçe û rêyan kom bibe. Li Uskudar, Kuçukçekmece, Beykoz, Maltepe, Sultangazi, Fatih, Bahçelievler, Beylikduzu, Eyûpsultan wesayitan bi zehmetî diçûn.
Welatiyên ku ji ber baranê ne amade bûn, li deverên girtî xwe parastin, her wiha motorsîkletsûwar jî li ser rêyan zehmetiyan kişandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vala Ferîd ragihand ku ji bo temamkirina prosedurên rûniştina yekem a xula 6an a parlamentoyê, ew ê bang li hemû parlamenteran bikin ku bicivin. Ferîd diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku hemû fraksiyon sibe saet 11:00an de li hola parlamentoyê amade bin.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di qezayeke trafîkê de ku qamyonek tîpên gazê û wesayîteke bazirganî ya sivik tê de bûn, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Hewaya baranî ya ku tesîrê li seranserê welat dike, ew ê ji roja Çarşemê pê ve cihê xwe bide hewaya sar. Tê pêşbînîkirin ku girseyeke hewaya sar a ku tê texmînkirin ji Rûsyayê were, bi taybetî li herêmên rojava û bakur, bibe sedema kêmbûna berbiçav a germahiyê, û li deverên bilind berf jî tê texmînkirin.