Baran li Stenbolê jiyanê dijwartir kir
Piştî hişyariya ji meteorolojiyê, barana zêde li Stenbolê tesîrek xerab li ser jiyana rojane kir. Li hinek navçeyên bajêr, heta 95 kîlogram baran li ser her metrekareyek barî, ji ber vê yekê ajokaran di rêyên ku ji ber avê derbas dibin de zehmetî kişandin. Hinek rêyên binî, xanî û kargeh jî di bin avê de man.
Piraniya Tirkiyeyê, bi taybetî Stenbol, di bin tesîra hewaya sar a ji Balkanan tê û sîstemeke baranê ya ji Deryaya Navîn tê de ye.
Barana ku doh sibê li bajêr dest pê kir, bi taybetî li derdora Bosforê û li beşên bakur û navîn ên aliyê Ewropayê pir zêde bû. Li navçeyên Beykoz, Sariyer, Eyupsultan, Arnavutkoy, Başakşehîr, Sultangazî û Buyukçekmece, li ser metreçargoşeyê di navbera 50 û 95 kîlogram baran barî. Li navçeyên din, ev mîqdar di navbera 10 û 40 kîlograman de hat pîvandin.
Li Stenbolê barana zêde û bayê xurt tê texmînkirin ku tevahiya rojê bidome. Li Beykoz, Sariyer, Eyupsultan, Başakşehîr, Esenyurt, Buyukçekmece, Avcilar û Kuçukçekmece baran û baranên bihêz tên pêşbînîkirin. Her wiha tê texmînkirin ku carinan ba bi qasî bahozekê tesîrdar be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Niştecihên gundê Boşat a navçeya Farqîna Dîyarbekirê bi salan e ji ber kêmbûna avê û sîstema kanalîzasyonê ya nebaş zehmetiyan dikişînin. Niştecihên gundê, diyar dikin ku ava wan nagihîje malên wan, û dibêjin ku ew neçar in ku bi tankerên avê lazimatîyên xwe bi cih bînin û ji rayedaran li benda çareseriyekê ne.
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê 17 koçberên bêdestûr li bejahî hatin girtin.
Hevşaredara Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê Munevver Olker, ku girêdayî DEM ye, di hundirê kompleksa mizgeftekê de bernameyek "Hevdîtina bi Jinan re" li dar xist. Bûyera ku rexneyên raya giştî kişand, ketina Olker bi cilên ne guncaw bo nav mizgeftê bû.