Encamên bicihkirina YKSê hatin eşkerekirin
Serokê OSYM Bayram Alî Ersoy, ragihand ku encamên bicihkirina YKS a 2026an hatine weşandin. Namzedên ku ji bo zanîngehê hatine qebûlkirin dikarin qeyda xwe di navbera 24-28ê Tebaxa 2026an de û qeyda xwe ya elektronîkî jî di navbera 24-26ê Tebaxa 2026an de temam bikin.
Ersoy di parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku pêvajoya serlêdana zanîngehê qediya ye û namzedên ku di bernameyên xwendina bilind de hatine qebûlkirin pîroz kir. Her wiha destnîşan kir ku pêvajoya serlêdana zêde dê ji bo namzedên ku di tu bernameyekê de nehatine qebûlkirin derfetek nû be.
Namzed dikarin bi rêya malpera OSYMê "ykssonuc.osym.gov.tr" bi karanîna jimareyên nasnameya Komara Tirkiyeyê û şîfreyên namzetan encamên bicihkirina xwe bibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nêzîkî 17 milyon xwendekar û 1.2 milyon mamoste wê sibê ji bo sala akademîk a 2026-2027an dest bi dersan bikin.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî encamên bicihkirina ji bo Îmtîhana Têketina Lîseyê (LGS) eşkere kir. Di tûra bicihkirina yekem de, %93.56ê xwendekaran di yek ji dibistanên xwe yên bijarte de hatin bicihkirin, lê di tûra bicihkirina navendî de, %89.84ê kesên ku hilbijartin kirine di yek ji pênc bijarteyên xwe yên pêşîn de hatin bicihkirin.
Encamên Îmtîhana Saziyên Xwendina Bilind (YKS) ku di 20-21ê Hezîranê de ji hêla Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ve hat lidarxistin, hatin diyarkirin.