Îşxalkeran avêtin ser gundê El-Muxayyîrê
Hêzên îşxalkeran li Ramallahê piştî êrîşên çeteyên Cihûyî yên li dijî gundê El-Muxayyîreyê avêtin ser gund û xazên bijehr bikaranîtin. Gelek Filistînîyên ku di nav wan de zarok jî hebûn bi mirinê re rûbirû man.
Çeteyên Cihûyî êrîşê gundê Filistînîyan kirin. Piştî êrîşê çeteyan hêzên îşxalkeran jî avêtin ser gund û xazên bijehr bikaranîtin.
Hat îfadekirin ku di nav Filistînîyan de ku zarok jî di nav wan de hebûn ji ber xaza bijehr bi rinê re rûbirû man.
Li gorî daneyên Komîsyona Berxwedana Jingeh û Dîwara Filistînê, hêzên îşxalker û çeteyên cihûyê tenê di nav meha Tîrmehê de 2 hezar û 256 caran êrîşê malên wan, erdên wan û canên wan kirine.
Hat îfadekirin ku ji van êrîşan jî 1458ê wan ji teref hêzên îşxalkeran ve hatine bikaranîtin, 798ê wan jî ji teref çeteyên Cihûyî ve hatine bikaranîtin.
Komîsyonê îfade kir ku êrîş bi taybetî li Ramallah û El Bîreyê zêde bûne. Li Ramallah û El Bîreyê 260, li Nablusê 247, li Cenînê 190, li Beytullahîmê 185 û li El Xelîlê jî 170 caran êrîş hatine kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku di danûstandinên Tehran û Muscatê yên li ser Tengava Hurmuzê de, ku nêzîkî sê hefteyan e berdewam dikin, pêşketin çêbûye û nîqaş di atmosferek erênî û avaker de dimeşin.
Şansolyeyê Elman Friedrich Merz ragihand ku polês û leşker jî beşdarî hewldanên vemirandina şewatên daristanan li Elmanya dibin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser hewldana Tirkîyeyê ya ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser bazirganiya behrê şîrove kir. Lavrov diyar kir ku Rûsya ne aliyê ku êrîşên li ser keştiyên sivîl daye destpêkirin e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, anît ziman ku ew di demeke nêz de dixwaze ku Tengava Hurmuzê wek axa xwe îlan bike.