Îran: Li Tengavê Hurmuzê 2 tanker li hev qelibîn û şewitîn
Hêzên Behrê yê artêşa Îranê, diyar kir ku 2 keştîyên petrolê li Tengava Hurmuzê ketin nav herêma ku îzîn nehatîye dayîn û li mayînan qelibîne, dûre jî şewitîne.
Di daxuyanîya ku ji alîyê artêşa Îranê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku herdu keştî jî ketin herêma neîzîndayî û sîstemên xwe yên navîgasyonê jî girtine, di encamê de li mayînê qelibîne.
Hat îfadekirin piştî ku tankeran li mayînan qelibîne agir bi wan ketîye û şewitîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa çekdarî ya li navçeya Tonj East a ku girêdayê wîlayeta Sûdana Başûr e de bi tevî pîrek û zarokan 21 kes canê xwe ji dest dan.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.