Li Pakistanê otobûsek û tankera LPG li hev qelibîn: 10 mirî, gelek birîndar
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Qeza, îro li ser Rêya Peravê ya Makranê li parêzgeha Belûçistanê qewimî. Rayedarê polêsan Muhammed Eslam Bangulzai diyar kir ku otobûsa rêwîyan li tankereke ku LPG hildigirt qelibî û piştî qelibê agir derket.
Kesên di qezayê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê, û tê ragihandin ku rewşa hinek ji wan giran e. Rayedaran diyar kirin ku lêpirsînek li ser qezayê hatiye destpêkirin.
Qezayên trafîkê li Pakistanê gelek caran çêdibin.
Pakistan radigihîne ku qezayên trafîkê yên kujer ji ber binesaziya rê ya nebaş û paşguhkirina qaîdeyên trafîkê pir caran çêdibin. Di Tebaxa 2022an de, li rojhilatê welat di qezayekê de 20 kes mirin, dema ku otobûsek rêwîyan li tankerek sotemeniyê qelibî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas tekez kir ku pêşveçûna wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker ber bi rojavayê "Xeta Zer" û valakirina malan li Nuseyratê îxlalkirineke cîddî ya peymana agirbestê ye.
Parlamentoya Îtalyayê yasaya ku bi hinceta dê rexneyên li ser sîyonîstan sînordar bike dihate nîqaşkirin, erê kir