Êrîşa sîyonîst li Başûrê Lubnanê: 6 Şehîd
Li gorî agahiyan, di êrîşeke asmanî de li ser bajarokê Ensar ê li başûrê Lubnanê şeş kes mirine. Çavkaniyên herêmî gotin ku di saetên serê sibehê de gelek êrîşên asmanî li herêmê hatine kirin.
Li gorî agahiyan, di êrîşeke asmanî ya li ser bajarokê Ensar ê navçeya Nebatiye ya başûrê Lubnanê de şeş kes hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî êrîşan li herêmê operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, û hewl tê dayîn ku were destnîşankirin ka gelo kesên din di bin xirbeyan de asê mane an na.
Peyamnêrekî El Cezîreyê ragihand ku di saetên serê sibehê de herî kêm sê êrîşên asmanî li başûrê Lubnanê hatine kirin. Li gorî agahiyan, du ji êrîşan li derdora bajarokê Ensar ê navçeya Nebatiyeyê û derdora Nebatiyeya Jorîn (Nabatiyeh al-Fawqa) bûne hedef. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku di danûstandinên Tehran û Muscatê yên li ser Tengava Hurmuzê de, ku nêzîkî sê hefteyan e berdewam dikin, pêşketin çêbûye û nîqaş di atmosferek erênî û avaker de dimeşin.
Şansolyeyê Elman Friedrich Merz ragihand ku polês û leşker jî beşdarî hewldanên vemirandina şewatên daristanan li Elmanya dibin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser hewldana Tirkîyeyê ya ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser bazirganiya behrê şîrove kir. Lavrov diyar kir ku Rûsya ne aliyê ku êrîşên li ser keştiyên sivîl daye destpêkirin e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, anît ziman ku ew di demeke nêz de dixwaze ku Tengava Hurmuzê wek axa xwe îlan bike.