Zêdetirî 1800 Efxenî di rojekê de vegeriyan welatê xwe
Di rojekê de, zêdetirî 1800 welatiyên Efxenistanê ji derveyî welt vegeriyan welatê wan.
Li gorî ajansa medyaya herêmî TOLOnews, zêdetirî 1800 Efxenî roja Yekşemê bi rêya deriyên sînor ên Torxham, Spin Boldak û Îslam Qala vegeriyan welatê xwe.
Di raporê de hat gotin ku kesên ku vegeriyane dema gihîştinê alîkariya pere, xizmetên tenduristiyê, veguhastin û kartên SIM wergirtine.
Rayedarên Efxenistanê tekez dikin ku ew ê tevî herikîna koçberan ji welatên cîran jî, alîkariya mirovî bidin koçberên ku vedigerin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erebistana Siûdî ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî dronên ku ji alîyê Iraqê ve dihatin asteng kirin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdên di êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê de gihîştiye 73 hezar û 329 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 9 kesan.
Li gorî raporên medyaya Fransayê, li Parîsê di êrîşeke bi kêrê de sê kes birîndar bûn û şikdar jî hatiye girtin.